• Saturday, 21 February 2026
logo

Berpirsekî YNKê: Ti kes nikare Silêmaniyê ji Kurdistanê veqetîne

Berpirsekî YNKê: Ti kes nikare Silêmaniyê ji Kurdistanê veqetîne
Berpirsekî YNKê dibêje, hizra cihêkirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê “pûç û vala” ye û tenê bo alozkirina rewşa siyasî ya Kurdistanê tê gotin.

Di heyama du-sê rojên borî de komek endam û berpirsên Gorranê behsa wê yekê kiribûn ku divê Silêmanî bibe herêmeka xweser.

Li ser vê yekê serokê firaksiyona YNKê li encumena Hewlêrê Rêbaz Bîrkotî ji BasNewsê re got, di demekî de em daxwaza Kurdistaneka bihêz û yekgirtî dikin, gotina van hizrên pûç û vala mirov dide fikirandin.

Rêbaz Bîrkotî her wiha got, belavkirina van tiştên pûç tenê bo êşandina serê xelkê û alozkirina rewşa siyasî ya Kurdistanê ye, wekî din ti qîmeta wan tine.

Wî berpirsê YNKê anî ziman ku Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeka girîng bûye û got, Kurdistan xwe bo encamdana referandomê amade dike, PDK û YNK jî li ser vê mijarê civiyane û dê bi partiyên din re jî rûnên. Di demekî wiha de yên ku behsa veqetandina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê dikin, tenê dixwazin rewşê aloz bikin. Helbet ti kesî û partiyek guh nade wan ji ber ku gotinên wan bê qîmet in.

Basnews
Top