Li ST. Petersburgê Barzanî û Lavrov civiyan
Wezîrê karê derve yê Rûsyayê ku ev du sale li ser hev li ST. Petersburgê pêşwaziyê li serokwezîrê Kurdistanê dike û pê re dicive, dilxweşiya xwe li hember hebûna têkeliyên xurt bi Herêma Kurdistanê re nîşan da û got ku ew dixwazin têkeliyên xwe di hemû waran de bi Hewlêrê re berfirehtir bikin û têkeliyên Rûsya û Kurdistanê bingehe dîrokî heye û ew têkeliyên navbera kompaniyên warê enerjiyê yên rûsyayî û herêma Kurdistanê de hene bilind nirxandin.
Lavrov, behsa cenga dijî terorê kir û got ku, xel, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de roleke ber bi çav hebû û bi pêwîstî zanî ku hemû alî bi hev re li Sûriye û Îraqê şerê DAÎŞê hevkar bin û di vê çarçoveyê de kêfxweşiya xwe li hember ew hevahengiya baş ya di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê de heye diyar kir û piştevniaya xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstiyên anvebra Hewlêr û Bexdayê ragehand.
Nêçîrvan Barzanî behsa têkeiyên navbera Hewlêr û Moskovayê kir û got ku bi hebûna wan têkeliyên xurt di navbera her du aliyan de, ew dilxweş e.
Serokwezîr behsa cenga dijî terorîstên DAÎŞê û ew qurbaniyên Herêma Kurdistanê di wê cengê de dane kir û sipasiya alîkariyên Rûsyayê kir. Tekîd li ser wê yekê kir ku, tevî rewşa dijwar a ji sedema cenga dijî DAÎŞê, hatina hijmarehe gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê, birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û nizimbûna buhayî neftê li bazaran cîhanê çêbûy, lê Herêma Kurdistanê kariye rûbirûyê wan hemû pirsgirêkan bibe û beşek ji wan pirsan çareser bike û rewş niha ber bi başiyê diçe. Di vê rewşê de giringe kompaniyên Rûsyayê di warên cyda de li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazîn in û kar û çalakiêyn xwe berfirehtir bikin.
Barzanî ji wezîrê derve yê Rûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê têkeliyên baş digel cîranên xwe hene û ew lêdixebitin wan têkeliyên hene biparêzin û di paşerojê de digel welatên cîhanê û bi taybetî digel Rûsyayê têkeliyan berfirehtir bikin.
