• Saturday, 21 February 2026
logo

Serbazekî kurd li ser PKKê hat girtin

Serbazekî kurd li ser PKKê hat girtin
Serbazekî kurd yê artêşa Tirkiyê, bi hêceta ku behsa PKKê kiriye, hat girtin.

Li gorî agahiyan, serbazekî kurd bi navê S.A. duh li bajarê Bolu yê Tirkiyê hat girtin.

Hat gotin ku ew serbazê kurd bi hêceta ku li ser rûpela xwe ya facebookê behsa PKKê kiriye, hatiye girtin.

Derheqê wî serbazî de, ku tabûra 2 ya komando ya Bolu de serbaziyê dike, agahiyên zêdetir nehatine belavkirin.

Basnews
Top