• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokê Rûsyayê û serokwezîrê Kurdistanê civiyan

Serokê Rûsyayê û serokwezîrê Kurdistanê civiyan
Vlademir Putin serokê Rûsyayê û Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 02.06.2017ê li bajarê ST. Petersburgê, civiyan û
di civînê de, serok Putîn kêfxweşiya xwe bi serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo ST. Petersburgê nîşan de û tekîd li ser pêşxistina têkeliyên Rûsya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî têkeliyên di warê êkonomî de, kir.

Putîn îşaret bi wê yekê kir ku teror pirsgirêka hemû cîhanê ye û Herêma Kurdistanê bi serkeftî rûbirûyê terorîstan bûye û şerê dijî terorîstên DAÎŞ bi serkeftî birêve biriye.

Serok Putin got ku ew piştevaniyê li wan rêkeftinên di navbera Herêma Kurdistanê û kompaniyên rûsyayî yên warê enerjiyê de hatine îmza kirin dike û berheviya xwe jî ji bo zêdetir berfirehkirin û xurtkirina wan têkeliyan nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê pêşwaziya gerim kir û kêfxweşiya xwe jî li hember berfirehbûna têkeliyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê diyar kir. Serowkezîr got ku ji sedema şerê dijî DAÎŞê herêma Kurdistanê rastî gelek kirîz û pirsgirêkan hatiye, lê pêşmergeyê Kurdistanê bi serkeftî rûbirûyê wê grûpa terorîstî bû û divê çarçoveyê de sipasiya alîkariyên Rûsyayê kir.

Serowkezîrê Kurdistanê ji serokê Rûsyayê re got ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyê li wan kompaniyên Rûsyayê ku li herêma Kurdistanê kar dikin yan jî nîyeta wan heye bên Kurdistanê dike.


Top