• Saturday, 21 February 2026
logo

Novak dixwaze têkeliyên Rûsya û Kurdistanê berfirehtir bibin

Novak dixwaze têkeliyên Rûsya û Kurdistanê berfirehtir bibin
Di çarçoveya beşdarçîkirin di Foruma Êkonomî ya Navdewletî li bajarê ST.Perersburgê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 01.06.2017ê, digel Aleksender Novak wezîrê enerjiyê yê Rûsyayê civiyan.

Di civînê de ku, berpirsên kompaniya Gazprom Neft jî amade bûn, wezîrê enerjiyê yê Rûsyayê sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir ku dawetnameya wan ya ji bona beşdarîkirin di Foruma Êkonomî de qebûl kir. Ev sala duyeme li ser hev şandeya Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî beşdariyê di vê forumê de dike ku hijmareke serokên welatan, wezîr û mezine kompaniyên cîhanê beşdariyê tê de dikin.

Novak, di axaftina xwe de dilxweşiya xwe li hember têkeliyên anvbera Rûsya û Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên di warê enerjiyê de, nîşan da tekîd li ser wê yekê kir ku hikûmet Rûsyayê lêdixebite şirket û komapniyê din jî li Heêrma Kurdistanê kar bikin û di warê enerjiyê de sermayerazandinê bikin û hikûmet jî di warê siyasî de piştevaniya wan kompaniya bike.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya pêşwazî û cvîna bi wezîrê enerjiyê yê Rûsyayê re kir ku parsal jî bi hemna awayî bi germî pêşwazî li şandeya Kurdistanê kiribû. Serokwezîr dilxweşiya xwe jî nîşande ku kompaniya Gazprom Neft li herêma Kurdistanê li ser kar û xebatên xwe berdewam e û di demên nexweş û dijwar de ji Herêma Kurdistanê derneket û dest ji kar û çalakiyên xwe berneda.
Berdewamiya kompaniya Gazprom wisa kir ku kompaniyên din yên rûsyayî berheviya xwe nîşan bidin ku li Herêma Kurdistanê di warê enerjiyê de sermayerazandinê bikin û hikûmte Kurdistanê jî amadeye piştevanî û hevkariya wan kompaniyan bike.

Barzanî behsa rewşa dijwara Herêma Kurdistanê di van çend salan de tê de derbasbû kir weke, cenga dijî terorîstên DAÎŞ, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê, nizimbûna buhayê neftê li bajarên cîhanê û birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve.
Lê, serokwezîr diyar kir ku niha rewşa herêma Kurdistanê ber bi baştirbûnê diçe û ew pirsgirkên hebûn ber bi çareseriyê diçin û gav bi gav Herêma Kurdistanê vedigere bo rewşa xwe ya normal.

Nêçîrvan Barzanî bi pêwîstî zanî ku têkeliyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê, ne bi tenê di warê enerjê de, lê di warê weke pêşesazî, çandinî û yên din de jî berfirehtir bibin.

Top