• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK kir

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK kir
Roja pênçşem 01.06.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Kosret Resul Elî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ji bo çil û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê pîrozbahiyê li Sekreter û Cîgirên wî û Serkirdayetî û endam û alîgirên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê kir.

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî tekez li ser rol û pêgeha Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê li qonaxên cûda cûdayên tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê kir û hêviya wê yekê xwest ku YNK li rola xwe çalak ya li pêşvebirina doza rewaya gelê Kurdistanê û mîsogerkirina mafên gelê Kurdistanê de berdewam bê.


Top