Pêntagon: Eger hene şerr di navbera Heşda Şe’bî û Pêşmerge de rû bide
Pêntagonê hoşdray ji wê yekê dan Heşda Şe’bî kontrola xwe li ser deverên girêdayî Mûslê berifreh biken, çêbûna şerrî jî dinavbera Şî’e û Kurdan de jî bi dûr nedana.
Cêf Dêvîs, peyivdarê Pêntagonê ragehand; Pêdivîye ew Mîlîşiya vegerne Bexda û li Mûslê nemînin, ji bo wê yekê şerr di navbera Şî’e û Kurdan da rû nede.
Dêvîs ragehand jî; Mana Heşda Şe’bî li deverên Mûslê, dê bibe egera pevçûnê di gel Pêşmergey û got jî: Tirsa rûdana şerrî di navbera Heşd Şe’bî û Pêşmergey de heye.
Aşkira jî kir; Şerrê Mûslê pêdivî bi hemû hêzên serbazî heye, lê dawîya şerrê DAIŞê li Mûslê, pêdivîye Bexda rolê xwe bibîne û rê bi rûdana şerr di navbera Pêşmergey û Heşda Şe’bî da nede.
Waar.tv
