• Saturday, 21 February 2026
logo

Rêveberek YNKê bo Malikî: Hûn ji DAIŞê bihêztir nînin!

Rêveberek YNKê bo Malikî: Hûn ji DAIŞê bihêztir nînin!
Rêveberek YNKê ragehand, serokê îtîlafa dewleta yasa li rêxistina terorîst a DAIŞê bihêztir nîne, ku Pêşmerge ew têkbirin û şikestên mezin jiyan kirin.

Endamê rêveberiya YNKê Rehberê Seyid Brahîm ragehand, di civîna rêveberiya YNKê ya sala 1983 de dirûşmê YNKê ji xweseriyê ve(Otonomî) bo mafê çarenivîsa xwe gohertiye û got: ‘’Ji ber vê aşkera di civînên rêveberiya YNKê de pir bi cidî behsa pêkanîna referandomê û mafê çarenivîsa xwe hatiye kirin û encûmena navendî û rêveberiyê jî ev yek pejirandiye.’’

Herwaha navborî amaje bi yekdengiya partiya xwe ya li gel aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û got: ‘’Bo pêkanîna referandom û serxwebûn, YNK naha jî berevaniyê li wê dirûşma geheştina mafê çarenivîsa xwe dike.’’

Rehberê Seyid Brahîm li ser gefên Nûrî Malikî yên bikaranîna hêz li hember Kurdistanê jî got: ‘’Ew dem çû gefan li Kurdistanê bike, gelê Kurd gelek şoreş kirin û bi berxwedanê maye, me hemûyan dît hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê DAIŞ çawa têkbir. ‘’

Rêveberê YNKê got, ca ew ji rêxistina terorîst a DAIŞê bihêztir nînin, ku gel û Pêşmergeyên Kurdistanê ew têkbirin û eger her êrîşek li ser Kurdistanê ji aliyê Malikî û milîsên wî ve pêkbê, emê berevaniyê bikin û emê êrîşkar têkbibin.’’

Basnews
Top