• Saturday, 21 February 2026
logo

Heşda Şeibî 2 gundên Rojavayê Kurdistanê girt!

Heşda Şeibî 2 gundên Rojavayê Kurdistanê girt!
Hat zanîn ku çekdarên Heşda Şeibî (milîsên şîe yên Iraqê) derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne û 2 gundên Rojava girtine! Berpirsekî PYDê jî wê bûyerê “normal” dibîne!

Ev çend roj in çekdarên Heşda Şeibî, ku bi ferman û piştgiriya Îranê hereket dikin, bi hêceta şerê DAIŞê li ser sînorê Iraq û Sûriyê bicîh bûne.

Çalakvanê kurd Mihemed Ehmed li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re got, çekdarên Heşda Şeibî duh derbasî nav xaka Rojavayê Kurdistanê bûne û 2 gundên Hesekê girtin.

Wî jêderî da zanîn ku beriya ku çekdarên Heşda Şeibî bikevin wan gundan, çekdarên DAIŞê ji wir reviyabûn.

Li gorî agahiyên wî jêderî, YPG li dijî wê ye Heşda Şeibî derbasî Rojava bibe ji ber wê jî di navbera wan û Heşda Şeibî de alozî derketiye.

Navê wan gundên ku ketine destê Heşda Şeibî jî ev in: Qesîbe û Bawerdî.

Nûnerê PYDê li Ewropa Dara Mistefa jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, helbet di şerê DAIŞê de tiştekî normal e ku hêzên şerker sînoran derbas bikin lê bi şertekî ku dîsa vegerin cihê xwe.

Ji aliyekî din, berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Telal Silo jî gotiye, eger Heşda Şeibî derbasî deverên wan bibin dê li wan bidin.

Beşek ji çekdarên HSDê, ku piraniya wan şervanên YPGê ne, li başûrê bajarê Hesekê bicîh bûne.

Basnews
Top