• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîr ji gel û hikûmeta Afganistanê re sersaxiyê xwest

Serokwezîr ji gel û hikûmeta Afganistanê re sersaxiyê xwest
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di peyamekê de êrîşa terorîstiya duhî, roja 31.05.2017ê li bajarê Kabulê paytexta Afganistanê qewimî şermezar dike û ji malbatên qurbaniya, gel û hikûmeta wî welatî re sersaxiyê dixwaze.

Teksta peyamê:

Em, wê kiryara terorîstiya duhî taxê Diplomasî li Kabulê kir armac û tê de, mixabin, bi dehan kesan jiyna xwe ji dest da û bi dehên din jî birîndar bûm bi dijwarî şermezar dikin.

Em, sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan, gel û hikûmeta Afganistanê re dixwaz in û ji bo birîndaran jî daxwaz aselametiyê dikin.

Em hêvîdar in civaka navdewletî, ji bona rûbirûbûna terorê û hizirên wan yên tarî û jinavbirina terorîstan, zêdetir hekarî û hevahengiyê bke.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
01.06.2017

Top