Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi Serok Barzanî kir
Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Amerîka destxweşiyê li hêzên Pêşmerge û serkeftinên wan yên li şerê dijî terorîstan kir û pêzanînên xwe jî ji bo hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstan da hebû. Her wiha soza berdewamiya welatê xwe ya li peywendiyan û piştgîriya hêzên Pêşmerge de dûpat kir.
Li beranber da Serok Barzanî spasî helwest û piştgîriyên Amerîka kir û her wiha ji bo destbikarbûna wî pîrozbahiyê jî li Wezîrê Derveyê Amerîka kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
