• Saturday, 21 February 2026
logo

Çavuşoglu li ser alîkariya Amerîka dide YPGê daxuyanî da

Çavuşoglu li ser alîkariya Amerîka dide YPGê daxuyanî da
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji bo piştgirî û alîkariya Amerîka dide YPGê wiha got: "Ev çekên ku didin vê rêxistina terorî ne bi tenê li hember Tirkiyeyê, li hember hemû mirovahiyê dikare bê bikaranîn."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Slovenyayê û Alîkarê Serokwezîr Karl Erjavec civîneke çapemeniyê li dar xist.
Mevlut Çavuşoglu derbarê çekên Amerîka ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re dişîne de got: “Di mijara YPG, PKKyê û piştgiriya ku li Sûriyeyê didin YPGyê de nêrîna me eşkere ye. Serokomarê me Erdogan di ziyareta xwe ya Washîngtonê de tevgera Tirkiyeyê û fikar bi eşkere anîne ziman. Em dibêjin piştgiriya ku didin YPGê ji bo dahatûya Sûriyeyê pir bi rîsk û talûke ye."
Çavuşoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev çekên ku didin vê rêxistina terorî ne bi tenê li hember Tirkiyeyê, li hember hemû mirovahiyê dikare bê bikaranîn. Bi taybetî der barê dahatûya Sûriyeyê de fikar hene. YPG heta îro cihên ku çûye kurdên ku wek wê nafikirin jî di nav de herkesî nefî dike, hewl dide li gor îdeolojiya xwe kantonan ava bike, em van tiştan dizanin û dibêjin."

Top