Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mamosta Ezîz Mihemed
Nûçeya koça dawî ya têkoşer û siyasetmedarê Kurdistanê Mamosta Ezîz Mihemed min gelek xemgîn kir. Bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li malbat û kesukarên birêz û heval û dostên xwedê jêrazî Mamosta Ezîz Mihemed dikim.
Mamosta Ezîz Mihemed mirovekî têkoşer û nîştimanperwerekî mezin û dostê nêzîkî Barzaniyê Nemir bû. Cihê destê Mamosta Ezîz Mihemed li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê me de diyare. Dostayetî û nêzîkbûna Mamosta Ezîz Mihemed li gel Barzaniyê Nemir rola xwe li peywendiyeke baş ya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Partiya Şu'î(Komunist) li şoreşa mezina Eylûl hebû ku qonaxekî girîngê dîroka gelê meye, bi taybetî rêkxistina siyasî ya Partiya Şu'î û Pêşmergeyên Partiya Şu'î li çarçêweya şoreşa mezina Eylûl bi rêberiya Barzaniyê Nemir û her wiha bergirîkirina li doza rewaya Kurd li asta cîhanê da. Ji destdana têkoşerekî wekî Mamosta Ezîz Mihemed ziyaneke mezine. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
31.05.2017
