• Saturday, 21 February 2026
logo

Berpirsê Heşda Şeibî hate kuştin

Berpirsê Heşda Şeibî hate kuştin
Li nahiyeya Qeretepe ya navçeya Xaneqîn a ser bi parêzgeha Diyalayê, vê sibehê ji ber teqîna bombeyekê ku li ser rê hatiye vedan ji bepirsên rêxistina Bedir û Heşda Şeibî Ebû Hesen hate kuştin.

Berdevkê Polîsê Rêveberiya Germiyan a Silêmaniyê Cemal Elî Kedûrî ji Rûdawê re ragihand, li nêzîkî gundê Elseîdat a li başûrê nahiyeya Qeretepe, dema wesayîta ku Ebû Hesen jî têde bû derbas dibû, bombe teqiyaye.

Cemal Elî Kedûrî diyar kir, ku di encama teqînê de Ebû Hesen jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne.

Berdevkê Polîsê Germiyan bal kişande ser wê yekê, ku di van demên dawî de tevgerên çekdarên DAIŞê li wê deverê zêde bûne.

Nifûsa nahiyeya Qeretepe li derdora 45 hezar e. Li nahiyeyê ji sedî 12 kurd, ji sedî 15 tirkmen û ji sedî 73 jî erebên sunî hene.

Di sala 2014an de hêzên Pêşmerge nehiştibûn DAIŞ têkeve nahiyeyê.

Rudaw
Top