URMIYE - Ji 30 rêveberên giştî tenê 1 kes Kurd e
Çalakvanên Kurd ên parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin, ku di kabîneya duyema Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî de, roleke zêdetir bi Kurdan di rêveberiya wê parêzgehê de were dan û bi awayekê rasteqîn Kurd beşdariyê di rêveberiya wê parêzgehê de bikin.
Pêkhateya parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji du netewên sereke yên Kurd û Azerî pêk tê û nifûseke kêmaniyên weke Aşûrî û Ermenî jî li wê parêzgehê dijîn.
Parlamenterê berê yê Îranê û Cîgirê Berpirsê Kempîna Hesen Ruhanî bo hilbijartina serokomariya wî welatî, Hasil Dase ji Rûdawê re ragihand, rayedarên Tehranê berî hilbijartinê sozên exlaqî dane wan ku dê dawî bi paşguhxistina Kurdan di rêveberiya parêzgeha Urmiyê de bînin û êdî rê nadin ku rêveberiya Urmiyê tenê di destê yek pêkhateyê de be.
Hasil Dase herwiha got, ji ber paşguhxistina Kurd, li parêzgeha Urmiyê cudahî û navbereke mezin çêbûye û ew navbera mezin tenê bi beşdarbûna Kurdan tijî dibe.
Urmiye 80 sal e bûye parêzgeh, lê belê heta niha ti kesekî Kurd li wê parêzgehê posta parêzgariyê (walî) wernegirtiye û rêveberiya parêzgehê hema hema bi temamî di kontrola azeriyên şîe mezheb de ye, ku di demên bihorî de ji aliyê Tehranê ve hatine piştevanîkirin.
Rudaw
