• Saturday, 21 February 2026
logo

Fermandariya Giştî ya Heza Çekdarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Fermandariya Giştî ya Heza Çekdarên Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir
Di daxuyaniyekê de Fermandariya Giştî ya Heza Çekdarên Herêma Kurdistanê ragihand, “Derbarê operasyona rojavayê Mûsilê, Tileferê û Şingalê û hin cihên din de binpêkirina rêkeftinê derketine, ligel wê jî heta DAIŞê mabe, encama me nehêştin û jinavbirinê DAIŞê dibe, lê heger bi xeyalî hin kesên di nava Heşd de û çend Kurdên niştimanfiroş şerê DAIŞê li wê deverê wek derfet bibînin bo derxistina hin pirsgirêkan ji xelkê wê navçê û Pêşmerge re û zêdegaviyê bi ser xaka Kurdistanê bike, bi wan hemû dengên neşaz re radigihînin ku ti hêzek nikare û ne mafê wê tune ye bête nava xaka Kurdistanê û ewê heza wî heye, bila bi xwe ezmûnê bike û serê xwe bi şaxên Kurdistanê bixe.”

Fermandariya Giştî ya Heza Çekdarên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de kir û tê de hat, “Me bi pêwîstî zanî ku wê yekê zelal bikin, ku siyaseta Herêma Kurdistanê têkşikandina DAIŞê û jinavbirina wê bûye. Her di vê çarçovê de operasyona azadkirina Mûsilê bi rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê û Amerîka plana wê hatiye dariştin û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serkeftî rola xwe di wê operasyonê de hebûye û pabendî xalên wê rêkeftinê bûye.

Her li gor wê rêkeftinê mana Pêşmerge li cihên ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdanê rizgar kiriye ji berî 17 Cotmeha 2016an ku roja destpêka operasyona Mûsilê ye, yekalî bûye û bi ti awayekî ne cihê guftûgoyê ye. Derbarê biryara man yan nemana Pêşmerge li navçeyên ji piştî wê rêkeftinê ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, pêwîst e di çarçova rêkeftineke nû be, ku hemû aliyek li ser razemend bin û asayişa welatiyan û pêkhateyan biparîze û ne biryara yek aliyê be.

Derbarê operasyona rojavayê Mûsilê, Tileferê û Şingalê û hin cihên din de binbêkirina rêkeftinê derketine, ligel wê jî heta DAIŞê mabe, encama me nehêştin û jinavbirinê DAIŞê dibe, lê heger bi xeyalî hin kesên di nava Heşd de û çend Kurdên niştimanfiroş şerê DAIŞê li wê deverê wek derfet bibînin bo derxistina hin pirsgirêkan ji xelkê wê navçê û Pêşmerge re û zêdegaviyê bi ser xaka Kurdistanê bike, bi wan hemû dengên neşaz re radigihînin ku ti hêzek nikare û ne mafê wê tune ye bête nava xaka Kurdistanê û ewê heza wî heye, bila bi xwe ezmûnê bike û serê xwe bi şaxên Kurdistanê bixe. Derbarê çarenivîsa Şingalê jî tenê xelkê Şingalê biryarê li ser çarenivîsa xwe didin û rê nadin aliyekî din biryara xwe li ser bisepîne.”

Basnews
Top