• Saturday, 21 February 2026
logo

Nûrî Malikî: Eger Barzanî dest ji projeya serxwebûnê bernede emê hêza leşkerî bikarbînin!

Nûrî Malikî: Eger Barzanî dest ji projeya serxwebûnê bernede emê hêza leşkerî bikarbînin!
Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî, Kurdistan wek bingehê istixbarata Îsraîlê binav kir û gef jî kirin, Malikî got; Eger Barzanî destan ji proseya serxwebûnê bernede, dê hêza leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê bê bikaranîn.
Di hevpeyvînekê de li gel Rojnameya Exbar ya Lûbnanî de, Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Îtîlafa Dewleta Qanûn Nûrî Malikî ragehand: Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dixwaze Kurdistana mezin ava bike û Îraq, Îran, Sûriya û Tirkiya parçe bike, lewra pêwîste bi aşkirayî her 4 Welat, li dijî gavên Barzanî rawestin û rê neden siyasetên Barzanî ên tak alîyane û pêşî lê bigrin.
Malikî got: Herêma Kurdistanê di hemû siyaset û planên xwe de, pişt bi Îsraîlê ve girêdide û niha bûye bingehekê istixbaratê yê mezin ji bo Îsraîlê.
Malikî hişyarî jî da ku bi berdewamîya van siyasetan û gavên parçekirina Iraqê, ew dê neçarbin hêza leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê bikar bînin.
Nûrî Malikî ku ji bo demê 8 salan serokwezîrê Îraqê bû, bi biryareka xwe ya tak alîyane, Budce û Mûçeyê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê birî û li ser demê desthelata wî de, DAIŞê ji sêyan yek axa Iraqê kontrol kir.
Li heftîya borî jî, Rojnameyeka Amerîkî belavkir bû ku Nûrî Malkî bi alikarîya Heşda Şe’bî û Supayê Qudis yê Îranê ve, dixwaze kudetayeka leşkerî li dijî Heyder ‘Ebadî bike û careka din vegere ser desthelatê.

Basnews
Top