PKK bi tometên cuda çar fermandarên YPGê direvîne
Endamê encûmena xwecihî ya ENKSê li Qamişlo Mîrvan Hemdo ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev 15 roje çar fermandarên YPGê ji aliyê PKKê ve hatine bê serûşûm kirin û di nav wan de berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl û cîgirê rêveberiya Asayîşa Amûdê jî hene.
Wî endamê ENKSê got: ‘’Revandina wan çar fermandarên YPGê li rojavayê Kurdistanê guman li gel xelkê ava kiriye û PKK jî ti daxuyaniyek fermî di vê derbarê de nedaye û behsa vê yekê hatiye kirin ku bi tometên cuda cuda li ser wan hatine kirin û beşek ji wan jî senaryoyên PKKê bixwe ne. Naha jî berpirsê asayîşa Girkê Lekê bi demek kurt wek berpirsê asayîşa deriyê Sêmalka hatiye destnîşan kirin û çarenivîsa wan çar fermandaran ne diyar e.’’
Basnews
