• Saturday, 21 February 2026
logo

DYA di alarmê de ye; Li Şengalê metirsiya PKK-Heşdî Şabî

DYA di alarmê de ye; Li Şengalê metirsiya PKK-Heşdî Şabî
Jibilî PKK ku tevî hemû bangên aştiyane yên Herêma Kurdistanê li Şengalê derneketiye û dibe sedema metirsiyan li ser herêmê, di van demên dawîn de Heşdî Şabî jî di nav hewldanan de ye ku gef û talûkeyan li ser herêmê çê dike. DYA jî ku rûdanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, eşkere dike ku divê li derveyî Pêşmerge, tu hêzeke din li Şengalê nemîne.

Wezareta Karên Derve ya DYAyê, di daxuyaniya xwe ya li ser hebûna PKK ya li Şengalê û aloziya li herêmê, diyar kir ku hebûna PKK li Şengalê li pêşiya vegera Şengaliyan bo cih û warên xwe astengî ye û ji ber vê yekê divê PKK ji Şengalê derkeve. Nunerê Êzidiyan li Parlamentoya Kurdistanê ji Heftenameya Basê re ragihand ku Heşdî Şebî û PKK li Şengalê dixwazin hêzên xwe bikin yek û dibêje ku ev wê bibe karesatên nû li ser serê Êzidiyan. Berpirsê Laleşê Dr. Silêman Qanu jî eşkere kir ku talûke û tirsa wê yekê heye ku Heşdî Şebî, Sîba Şêxderî, Girezîr, Tel Benat, Rambûsî, Qabûsî, Hatimiye, Guçu, Tel Qeseb û gelek herêmên Kurdî yên din radestî PKK bike.

“Şengal ne cihê PKK ye”

Nunerê Cîgirê Wezîrê Karên Ewrasya û Ewropa yê Wezareta Derve yê DYA Jonathan Cohen jî destnîşan kiribû ku ‘bi dildarî an bi awayekî din’ divê PKK ji Şengalê derkeve. Herwiha Cohen diyar ragihandibû ku Şengal ne cihê PKKê ye û ji bo çareserkirina vê meseleyê hevdîtinên wan bi Hewlêr û Bexdayê re berdewam dikin. Wezareta Karên Derve ya DYA jî diyar kiribû ku ew ji rewşa ji ber hebûna PKK ya li Şengalê hayîdar in û Şengal ne cihê PKKê ye.

Îddiayên “PKK li Şingalê tunelan dikole”

Çavkaniyeke leşkerî li Şingalê ji rojnameya me re ragihand ku Heşdî Şeibî li hember mîhwer in ku ev du sal e Pêşmerge li gundên Til Benat û Til Qesebê çekdarên xwe zêde dikirin mîhwerên xwe yên şer ava dikir. Ev yek li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ye. Heman çavkanî destnîşan dike ku dema Tirkiye êrişî Şingalê bike PKK gelek Gerilayên xwe biriye ser Çiyayê Şingalê û ji bo şer amadekariya kolana tûnelan kiriye.

DYA berê jî hişyar kiribû

DYA çend caran bi fermî ji PKK xwest ku PKK ji Şingalê derkeve lê pirsgirêk hê jî didomin. Li gor Nûçeya Heftenameya Basê berî niha jî bi raya giştî re parve kiribû Berpirsyarên DYA ji PKK re gotibûn: “Eger armanca we tevgera hêzeke bi pere ya Îraqî be, Îdareya Amerîka vê yekê tevgereke dijminahî dibîne. Ji ber ku di belgeyên di destê me de Bexda, bi daxwaza Îranê ev plan xistiye rojevê. Her wiha Artêşa Qudsê a di bin îdareya Qasim Suleymanî de zextê li berpirsyarên Îraqî dike. Planeke wiha tu carî nayê pejirandin.

“Armanca PKK û Heşdî Şeibî wek hev e”

Nûnerê Êzidiyan li Parmentoya Kurdistanê Şêx Şamo ji Basê re axivî. Şamo dibêje: “Heşdî Şeibî û PKK dixwazin bibin yek û herêmê bixin bin kontrola xwe. Ajandayên PKK û Heşdî Şeibî heman ajanda ne. Cihê ku emir û pere jê distînin heman cîh e. Şêx Şamo dibêje: “Ev her du hêz ji bo Korîdora Şîeyan dixebitin. Ev projeya Şîeyan e. Suriye, Hizbûllah, Yemen, Filîstin û hemû deverên di ajandaya Îranê de hene daxilî vê projeyê ne. Divê rê li pêşiya metirsiyên ji PKK û Heşdî Şeibî bên were girtin. Şêx Şamo wiha didomîne: “Hebûna PKK li Şingalê û hatina Heşdî Şeibî ji bo Şingalê temamkirina projeya Şîeyan ku li dijî Hêzên Hevpeymanê, DYA û Herêma Kurdistanê ye. Eger PKK û Heşdî Şeibî terka Şingalê nekin ev ne îhtimalek dûr e ku Êzidî dîsa bi karesateke nû re rû bi rû bimînin. Ji bo vê yekê divê rê li ber van hêzên xeternak bê girtin. Li deverên ku Heşdî Şeibî dimîne ne dûrî baregehên PKK ye. Hevgirtina van baregehan bi armanca kontrolkirina Şingalê ya PKK ye. Ji ber ku PKK, wisa difikire ku dê Heşdî Şeibî cihên di bin destê xwe de teslîmî PKK bike. Ew jî ji aliyê Şîeyan ve wek aliyekî Heşda Şeibî tên zanîn û bi giştî jî daxilî bernameya Heşdî Şeibî ne.”

Herwiha li gor rêkeftina Herêma Kurdistanê û Îraqê dê Pêşmerge cihên ku diyar kiriye kontrol bike û deverên din jî piştî şerê Mûsilê dê di bin kontrola Artêşa Îraqê de bin lê Heşdî Şeibî cihê Artêşa Îraqê dagirtiye.

Heşdî Şeibî mîhwer ava dike

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo jî dibêje, Heşdî Şeibî li hember mîhwer in ku ev du sal e Pêşmerge li gundên Til Benat û Til Qesebê çekdarên xwe zêde dikir mîhwerên xwe yên şer ava dike. Qasim Dirbo dibêje: “Li gor rêkeftina Hewlêr û Bexdayê divê Heşdî Şeibî ji van deveran vekişe. Avakirina mihwerên Heşdî Şe-ibî li Şingalê metirsîdar e. Em qebûl nakin tu hêz were herêma Şingalê. Tenê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê dê Êzidiyên Kurd biparêze.”

“Gelê Şingalê ji bilî Pêşmerge tu hêzan naxwaze”

Qaymeqamê Şingalê Miheme Xelîl dibêje; Hemû pirsgirêk bi êrişa PKK ya li ser Pêşmergeyên Roj ku ber bi herêmê ve diçûn dest pê kir.” Xelîl: “Hebûna PKK li Şingalê bi hevgirtinan re dê ji bo Pêşmerge pirsgirêk derxîne. PKK dest bi kolana xendekan kiriye. Hatina Heşdî Şeibî bo herêma me li dijî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ye. Her wiha gelê Şingalê jî naxwaze ji bilî Pêşmerge tu hêz wan biparêze.”

DYA: Hebûna PKK li Şingalê cihê nîgeraniyê ye

Cîgirê Serfermandarê Pêşmergeyê Kurdistanê Salar Mihemed Cebarî, me îhtar kir ku bihostek jî nekeve nav axa Kurdistanê. Hatin, bi hebûna PKK li herêmê ve girêdayî ye. Konsolê DYA yê Îraqê Doglas Siliman jî gotibû: “Hebûna PKK li Şingalê cihê nîgeraniyê ye. Siliman, ji bo bi saziyên Îraqî re tevbigere zagon hatibû derxistin û emirstandina ji derve me endîşe dike.”

Bexda, PKK girêdayî Heşdî Şeibî dibîne

Endamê Meclîsa Navçeya Şingalê Xeyrî Zîban jî dibêje: Hatina Herêma Şingalê dê bibe sedema rûdanên siyasî. Bexda hê jî li Şingalê piştgirî dide PKK û wan girêdayî dibîne. Ji ber vê yekê dibe ku rê bide PKK da ku were li Herêma Êzidiyan bê bicih bibe. Em hêvîdar in tirsa Êzidiyên Kurd rû nede. Em dixwazin tenê Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê bimînin û hemû hêzên din terka Şingalê bikin. Tenê Pêşmergeyên Kurdistanê Êzidiyan diparêze û ji bo vegera Êzidiyan li ser warê xwe dixwaze hizûrê ava bike.

Basnews
Top