• Saturday, 21 February 2026
logo

2 Kurd bûne alîkarên Erdogan

2 Kurd bûne alîkarên Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan piştî ku bû serokê nû yê AK Partiyê li navenda giştî ya AK Partiyê yekem civîna xwe ya digel komiteya navendî ya biryar û birêvebirînê pêk anî û 2 parlamenterên kurd wekî alîkarên xwe destnîş kir.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan Erdogan di civînê de wekîl û cîgirên xwe hilbijartin. Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bû wekîlê Erdogan. Mahîr ûnal jî bû berdevkê nû yê AK Partiyê. 2 parlamenterên kurd Mehdî Eker û Cevdet Yilmaz jî bûne alîkarên Erdogan.

Bi guhertina makezagonî ya 16ê Nîsanê ve Recep Tayyip Erdogan bibû serokê giştî yê nû yê AK Partiyê. Erdogan yekemîn civîna xwe ya digel komiteya navendî ya biryar û birêvebirîna nû pêk anî. Cîgirê serokê giştî Mehdî Eker diyar kir ku bi hilbijartina Erdogan a weke serokê giştî ji bo siyaseta Tirkiyê serdemeke nû vebûye.

Cigirê Serokê AK Partiyê Mehdî Eker wiha got: “Ji bo AK Partiyê serdemeke nû dest pê dike. Ev serdema nû bila ji bo gelê me, partiya me û welatê me bi xêr be. Serokê me yê avakar Recep Tayyip Erdogan vegeriya serokatiya giştî. Dê ev yeka him ji bo gelê me, him jî ji bo siyaseta Tirkiyê bi asoyeke nû.

Di civînê de Bînalî Yildirim bû wekîlê Erdogan. Berdevkê nû yê partiyê jî Mahîr Unal e. Unal rêveberiya nû ya AK Partiyê daxûyand.

Berdevkê AK Partiyê Mahîr Unal jî got: “Cîgirên serokên giştî ev in: Hayatî Yazici, Mistefa Ataş, Ehmed Sorgun, Mahir Unal, Mehdi Eker, Oznur Çalik, Erol Kaya, Cevdet Yilmaz, Fatih Şahin, Ravza Kavakçi Kan, Vedat Demiröz, Çigdem Karaaslan, Hamza Dag. Serkereterê me yê giştî jî Abdulhemîd Gul e.”

Di civînê de 22 kes ji bo endamtiya komîteya navendî ya birêvebirinê hatin hilbijartin.

Rudaw
Top