• Saturday, 21 February 2026
logo

Li paytext teqîneke din: Bexda di bin gefeke mezin de ye

Li paytext teqîneke din: Bexda di bin gefeke mezin de ye
Li naverasta bajarê Bexdayê, li nêzîk Pira Şehîdan teqînek bi hêz çêbû û di encamê de 7 kes hatine kuştin, 30 kes jî birîndar bûn. Ev yek di demekê de ye, ku şevê din li navçeya Cadiriye ya Bexdayê, di nav bazarekî millî de otomobîlekî bombebarkirî teqiyabû û di encamê de 11 kesan jiyana xwe jidest dabû.

Peyamnêrê Rûdawê Behmen Hesen ji Bexdayê ragihand: “Otomobîlekî bombebarkirî li nêzîn Fermageha Malnişîn a Giştî teqiya û di encamê de 7 kes hatine kuştin, 30 kes jî birîndar bûn

Li gorî gotina peyamnêrê me, Bexda di bin gefekî mezin ê terorê de ye, li gorî zanyariyan guman hene, ku hejmareke din ê otomobîlên bombebarkirî û xwekujan ji bo êrîşan hatibine bajêr.

Ji aliyê din ve, demjimêr 11.20ê şeva derbasbûyî (29-05-2017) li navçeya Cadiriye, li kêleka Pira Tabqîn a li Meydana Husên, ku 500 metreyan nêzîkî Koşka Komarî ye, bi otomobîlekî bombebarkirî êrîşeke xwekujî hate encamdan.

Peyanêrê me da xuyakirina, ku ji ber êrîşê 11 kesan jiyana xwe jidest da û herî kêm 80 kes jî birîndar bûn, ku di nav kesên mirî de hêzên ewlekariyê jî hene.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn, ku berpirsên ewlekariyê gotine, di êrîşê de madeya sîfon hatiye bikaranîn, lewma jî cihê teqînê bi temamî wêran bûye.

Li gorî gotina peyamnêrê me cihê teqînê bazarekî millî bûye û piraniya dikanên li wê deverê ziyaneke mezin dîtine.

Rudaw
Top