Cîgirê serfermandarê Pêşmerge: Heşdî Şeibî rêkeftina Hewlêrê û Bexdayê binpê kiriye
Cîgirê serfermandarê Pêşmerge Salar Mihemed Cebarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rêkeftin hebû di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo azadkirina hin navçeyên ser bi parêzgeha Mûsilê, bi taybet ew cîhên ku bin desthilatiya DAIŞê de bûn, li gor wê rêkeftinê erk û rola hêzan hatibû diyar kirin û bo nimûne navçeyên Kurdistanê dê Pêşmerge rizgar bike û navçeyên ereb jî dê artêşa Iraqê kontrol bikirba.’’
Herwaha got: ‘’Navçeyên Beac û Bilêc û hin cîhên din ê Şingalê ew navçeyên ku di çarçoveya rêkeftinê de bûn, lê mixabin heşdî şeibî rêkeftin binpê kiriye.’’
Cîgirê serfermandarê Pêşmerge got: ‘’Fermandarê giştî yê hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî ye û ferman ji tê vergirtin. Lê li Iraqê heşdî şeibî bixwe hêzeke taybete û ferman li hikûmeta Iraqê û serokwezîrê Iraqê vernagre, divê serokwezîrê Iraqê xwedî rol be, dema biryar da nabe tenê wek temaşakar lê binêre.’’
Basnews
