• Saturday, 21 February 2026
logo

Çavdêrên NY jî wê referanduma Kurdistanê bişopînin

Çavdêrên NY jî wê referanduma Kurdistanê bişopînin

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Hilbijartina a Herêma Kurdistanê wê çavdêrên Neteweyên Yekbûyî jî referanduma Kurdistanê bişopînin.
Komîsyona helbijartin û rapirsînê ya Herêma Kurdistanê beyanameyek belav kir û di beyanameyê de ragihand ku amadekariyên referandomê tên kirin û nûnerên Netewên Yekbûyî (NY) jî dê çavdêriya referandumê bikin.
Komisyona di beyanameya xwe de dibêje: "Bi armanca beşdarbûna pêvajoya siyasî ya piroseya helbijartinê û rapirsiyê, encûmena komîsyonê biryar da nêrîn û têbiniyên fermî yên partiyên siyasî yên li herêma Kurdistanê li ser sîstem û rêkarên taybet bo amadekariya helbijartin û rapirsiyan vergire. ji bo vê yekê jî me pêwîst zanî gotûbêjeke vekirî pêkbînin. Îro li binkeyê komîsyonê yê li Hewlêrê bo sûdvergirtina li nêrîn û têbiniyên her yek ji aliyan li ser peyrewan."
Komîsyonê di berdewamiya beyanameyê de got: "Li gorî baweriya me partiyên siyasî hevbeşek rasteqîn ên piroseya helbijartin û rapirsiyanin, em hêvîdarin bi alîkariya hemû aliyekê ve piroseya helbijartin û rapirsiyên li Kurdistanê ber bi pêş ve em bibin ku cîhê razîbûna hemû aliyên siyasî û rêxistin û temamê xelkê Kurdistanê be. Ji bo vê armancê jî nûnerê fermî yê NY hatiye vexwandin.
Top