• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransa li Iraqê kir
Roja dûşem 29.05.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marc Barety Balyozê Fransa li Iraqê û Dominique Mas Konsolê Fransa li Hewlêrê kir.

Li hevdîtinê de ku Balyozê Fransa li Iraqê bi mebesta malavayî û bi helkefta dawî hatina erkê xwe yê li Iraqê serdana Serok Barzanî kiribû li gotarek de spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku piştevanê erk û karên wî bûne û behsa siyaseta Fransa ya li piştî hilbijartina Serok Komar kir û tekez li ser bi hêztir kirina peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku Fransa li şerê dijî terorê û hemahengî û hevkariyên serbazî ya ji bo hêzên Pêşmerge de berdewam dibê. Balyozê Fransa pêzanînên xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku li rewşeke xerab da barê giran ya hewandina koçberan jî li ser milê wê ye. Di derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de Balyozê Fransa tekez li wê yekê kir ku welatê wan rêz li diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û encama wan diyalogan digre.

Li beranber da Serok Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Fransa xwest û ronahî xiste li ser rola Fransa li şerê dijî terorê û yarmetîdana gelê Kurdistanê û ragihand ku gelê Kurdistanê serdana Serok Holland ya li îlona 2014 tu demekî ji bîr nake ku di demên teng de û di dema êrîşa Da'îş ya li ser Kurdistanê de encam da û wê serdanê bi bandor û dîrokî wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de pêşveçûnên dawî ya meydanên şerê dijî terorîstên Da'îş li Musil û cihên dinê Iraqê hate nirxandin.
Top