• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî serxweşiyê li Şalaw Elî Eskerî kir

Serok Barzanî serxweşiyê li Şalaw Elî Eskerî kir
Birêz Kak Şalaw Elî Eskerî

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Mamê we yê birêz Şêx Reuf Şêx Ebdullah Eskerî gihîşt me. Pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û malbat û hemû xizm û kesûkarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Mamê we yê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û aramî û sebirê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
29.05.2017

Top