• Saturday, 21 February 2026
logo

Nûnerê Serok Barzanî bi mebesta derbirîna hevxemiyê serdana Konsolxaneya Misir li Hewlêrê kir

Nûnerê Serok Barzanî bi mebesta derbirîna hevxemiyê serdana Konsolxaneya Misir li Hewlêrê kir
Roja şemî 27.05.2017 Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi nûnerayetiya Serokê Herêma Kurdistanê serdana Konsolxaneya Misir li Hewlêrê kir.

Li vê serdanê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo qurbaniyên rûdana terorîstiya roja înê 26.05.2017 li Elmeniya ya welatê Misir û serxweşî li kesukarên qurbaniyên wê rûdanê, peyama serxweşî û hevxemiya Serok Barzanî ji bo Serok û Hikûmet û gelê Misir bi Konsolê Misir li Hewlêrê gihand.

Her li vê serdanê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî balkişandina bi metirsiyên terorê li ser asayîşa cîhanî ragihand ku rûbirûbûna terorê hewlekî hemû aliyeneya civaka navdewletî pêwîste. Her wiha eve jî dûpat kir ku gelê Kurdistanê li şerê terorê da li gel gelê Misir li yek sengerê dane.

Hêjayî balkişandinê ye roja înê 26.05.2017 li encama êrîşeke terorîstî ya li parêzgeha Elmeniya ya welatê Misir dehan kes canê xwe ji dest dan û dehan hemwelatiyên din jî birîndar bûn.

Top