“Endamekî YNKê heqaret li Pêşmerge kiriye”
Çend roj berê endamekî YNKê bi navê Şêrzad Şêxanî wek çavdêrê siyasî tevlî bernameya “Panorama” ya televîzyona Kurdsat Newsê de bibû. Şêxanî li ser Pêşmerge axivîbû û gotibû, “Pêşmerge kirêgirtiyê Amerîka ye di şerê DAIŞê de...!” Gotinên wî endamê YNKê wiha hatibû şirovekirin ku wî heqaret li Pêşmerge kiriye.
Li ser vê mijarê mamostayê zankoyê Dr. Goran Kakeyî ji BasNewsê re got, Şêrzad Şêxanî çawa wê tiştê dibêje. Pêşmerge xaka xwe û welatê xwe diparêze vêca çima kirêgirtî ye! Şêrzad Şêxanî baş dizane ku Pêşmerge li hember DAIŞ rawestiyaye da ku DAIŞ derbasî Kurdistanê nebe, vêca çima kirêgirtî ye!
Dr. Goran Kakeyî bang li dozgeriya giştî ya Kurdistanê kir lêpirsînê li wî endamê YNKê bikin û got, yan bila were dadgehîkirin yan jî bila biçe eniya şer û lêborînê ji Pêşmerge bixwaze.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî beriya niha nerazîbûna xwe li hember gotinên wî endamê YNKê anîbû ziman û ji BasNewsê re gotibû, helbet ez naxwazim xwe bînim asta wan û bersiva wan bidim lê divê beşa çapemeniyê ya Wezareta Pêşmerge li dû şiroveyên mêvanên bernameya Panora biçin ka çi li ser Pêşmerge gotine.
Basnews
