• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîkayê vîzeya Salih Muslim red kiriye

Amerîkayê vîzeya Salih Muslim red kiriye
Hat ragihandin ku Amerîkayê vîze nedaye Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim here wi welatî û beşdarî konferansa “Hevkariya Kurd-Amerîkayê Di Heyama Jinûve Dîzaynkirina Rojhilata Navîn de” bibe.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyeta tirkî ji ber nedana vîzeyê Hevserokê Giştî yê PYDê Salih Muslim bi rêya Skypeyê beşdarî konferansa navborî ya li Washingtonê bûye.

Salih Muslim diyar kir çekdayîna rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trum bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) biryarekê dîrokî ye û wiha domand: “Em hêvî dikin ku di warê siyasî de hevkariya me zêdetir bibe.”

Muslim derbarê operasyona Reqa û hevkariya li gel hevpeymaniya li dijî DAIŞê de jî got: “Piştî kontrolkirina Reqa û Mûsilê DAIŞ bi dawî nabe. Şer dê dewam bike. Em dixwazin di warê siyasî de jî têkliyên xwe bi Amerîkayê re pêş bixin. Tenê dayîna çekên giran nabe çareserî. Tenê projeya me ya federalîzmê dikare ji Sûriyê bibe çareserî.

Li ser pirsa “Tu çima ne li wê derê yî?" Muslim got, Amerîkayê beriya 2 mehan serlêdana wî y abo vîzeyê red kiriye.

Rudaw
Top