Serok Barzanî hatina meha Remezana pîroz li misilmanên Kurdistan û Cîhanê pîroz kir
(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
- Sadaq allah al azîm-
Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz ve, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina meha pir bereket û rehmeta remezanê bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo gelê Kurdistan û hemû mirovayetiyê û dawî hatina teror û tundiyê û nexweşî û belavbûna aştî û pêkvejiyanê û bextewerî ji bo hemû mirovayetiyê.
Mesûd Barzanî
30ê Şe'ban 1438 Koçî
26.05.2017
