Lupine Travel: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye
Malpera şirketê derheqê bajarên Hewlêr û Silêmaniyê de agahî dane şopînerên xwe û ragihand ku Kurdistan bi berhemên xwe yên dîrokî û bi xwezaya xwe delal di nava welatê ku mirov dikare serdana wê bike de ye.
Malperê di danasîna Kurdistanê de got: "Kurdistan di nava welatên Rojhilata Navîn de bi zixur, çiya, avrejgeh û bi rûbarên xwe ceneta ser rûyê erdê ye. Kurdistan di lîteratura Rojhilata Navîn de ‘wek ceneta ser rûyê erdê' tê binavkirin."
