• Saturday, 21 February 2026
logo

PDKê bi boneya 41emîn Şoreşa Gulanê peyamek belav kir

PDKê bi boneya 41emîn Şoreşa Gulanê peyamek belav kir
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi salvegera 41emîn a Şoreşa Gulanê daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir, “Niha mercên zêrîn bi Kurd hene, ku serkeftinên serbazî bo serkeftin û destkeftên siyasî bê wergerandin û di vê pêngava dîrokî de ji bilî yekdengî û yekrêziyê care tune ye.

Li gor daxuyaniya Polîtburoya PDKê, DAIŞ yek ji wan mînan bû ku li pêş serxwebûna Kurdistanê hatibû danîn û li ser destê Pêşmerge û bi rêbertiya Serok Barzanî ew rêxistin hate şikandin.

Di daxuyaniyê de amaje bi birîna budceya Herêma Kurdistanê kir û tê de hat, “Şerê birçîkirin û dorpêçkirinê, heger xelkê Kurdistanê ne rihet û azar kiribe, lê nikarî aramca xwe bicih anîba û nikarî çokê me bişikanda û ji serxwebûnê bipaş kevin. Hewla neyaran bo şerpezebûn û dubereyan jî, heger asteng anîn pêş, lê li dawiyê wê jî nikarî Kurdistan perçe bikira û derfet û hêviyên me jidest bida.

Di daxuyanê de amaje bi wê hatiye dayîn ku, “Niha dem li ber hêzên siyasî yên Kurdistanê ye, ji bilî civîna li dor wê armancê, ji bilî bîrkirina bi wê derfetê, ji bilî ji birayetî û pêkvejiyanê ti rêyên din tune ne, ku di berjewendiya gelê me de be.”

Polîtburoya PDKê tekezî li wê kiriye, bi hemû peyreweke siyasî û dîrokî, li gor wan guhartin û pêşhateyên ku li navçê û cîhanê derketine, serdem serdema bidawîhatina xedra dîrokî ye li ser netewa Kurd, ku çaremîn netewa navçê ye û mezintirîn netewa bê dewlet e di cîhanê de. Serdema gihêştina miletê me bi armancên xwe ye, ku di pratîkê de çaspandiye baweriya wê bi pêkvejiyan û lêborîna olî û netewî û baweriya wê bi buhayên mirovî û serdemî heye.

K24
Top