• Saturday, 21 February 2026
logo

Amnesty: Bi buhaya milyarek Dolar çek li Iraqê winda bûne

Amnesty: Bi buhaya milyarek Dolar çek li Iraqê winda bûne
Rêxistina Lêborîna Navdewletî ragihand, bi buhata milyarek Dolar çekên Amerîkî li Iraqê winda bûne.

Li gor zanyariyên Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty), ji çend salên borî ve Amerîka ew çek di çarçova bernameyên perwerde û amadekirinê şandine Iraqê.

Wê rêxistinê hişyarî daye, eger heye ew çek ketibin destê DAIŞê yan mîlîşyatên ser bi Îranê ve.

Lêborîna Navdewletî daxwaz ji desthilatên Amerîkî kiriye ku pabendê yasaya “Leahy Law” bibe, ew yasa şandina çek û kelûpelên leşkerî bo yekîneyên leşkerî yên ne cihê baweriyê ne, qedexe dike.

Herwiha wê rêxistinê aşkere kiriye ku, Pentagonê di sala 2007an de biryar dabû ku çavdêrî li ser çekên bo Iraqê tên şandin were kirin, lê ew biryar wek pêwîst kar pê nehatiye kirin. herwiha di sala 2015an de jî heman biryara jî hebûye.

K24
Top