• Saturday, 21 February 2026
logo

Çekdarên DAIŞê 23 kesên malbateka Kurd kuştin

Çekdarên DAIŞê 23 kesên malbateka Kurd kuştin
Li Mûsilê 23 kesên malbateka Kurd ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew malbat xelkê bajarokê Zumarê yê girêdayî parêzgeha Mûsilê bûn û ji sala 2014ê ve bo navenda bajarê Mûsilê çûbûn û li wê derê bi cih bibûn.

Hat ragihandin, ku endamên wê malbata Kurd xwastine, ji Taxa Tenk a Mûsilê ji destê DIAŞê birevin, lê belê çekdarên DAIŞê bi wê hewla wan zaniye û 23 kesên wê malbatê desteser dikin û di nava avahiya malekê de zîndanî dikin.

Çekdarên DAIŞê derî û pencereyên wê xaniyê li ser her 23 kesên sivîl ên Kurd de digirin û lehîm dikim. Piştre çekdarên DAIŞê derdora wê malê TNT û bombrêj dikin û diteqînin, ku di encama wê bûyerê de, her 23 welatiyên sivîl ên Kurd tên kuştin.

Yek ji kesûkarên qurbaniyên wê malbatê bi navê Xelef Yûnis ji Rûdawê re dibêje: “Em bi rêya kesekî hatin agahdarkirin, ku bi rêya nasnameyê rewşa kesatiyê, nave hin kesan diyar bibû û aşkere bibû ku xelkê Zumarê ne û di nava xaniyekê de li Taxa Tenek bûne qurbanî. Me nav ji wî kesî dixwast, d erkevt ku navê bavê min jî tê de heye. Em paşê ber bi Mûsilê ve çûn, lê me tenê cenaze dîtin.”

Îbrahîm Mihemed yekî din ji kesûkarên wan qurbaniyan e, ku di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Hemû endamên malbatê kirine di nav xaniyekê de û hemû pencere bi şîşikan û lehîmê asê kiribûn. Dergeh qufil dabûn, daku nekarin ji male derkevin. Piştre jî bi wê tawanê rabûne û ew avahî li ser wan anîne xwarê.”

Ew trajediya bûye sedema xembarbûneke mezin ji bo xizm û hevalên wê malbatê, lê bi gotina wan tişta ku xema wan girantir kiriye, ev e ku hêj hikûmeta Iraqê ti pêşveçûnek di dosyaya qurbaniyên malbata wan de nekiriye.

Kesûkareka wê malbata Kurd a bi navê Fatîme Mihemed jî dibêje: “Me li cîhanê rûdaneke wisa mezin nedîtiye. Ez çi bêjim, zarok û jina dugiyan û hemû 10-12 zilam di malekê de, lawên keç û kur ên derçûyiyên zanîngehê, DAIŞê hemû kuştin.”

Yûnis Remezan û malbata wî ku xelkê Zumarê ye, li gel hevjîna wî û 10 kur û 3 keç û 2 bûk û 6 neviyên xwe bûne qurbaniyê destê DAIŞê.

Cenazeyên wan dê li goristana Wadî Etab li Mûsilê bi axê werin spartin.

Rudaw
Top