Ebadî: Li Şingalê em dê bi Pêşmerge re hêzeke hevbeş ava bikin
Heyder Ebadî piştî civîna Encumena Wezîran konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.
Peyamnêrê Rûdawê li ser siberoja deverên ku nakokiya rêveberî û ewlehiyê hene pirsek pirsî û Ebadî wiha bersiva da:
“Li ser deverên nakokî gotûbêj berdewam e. Di derbarê rizgarkirina Neynewa û Mûsilê de rêkeftinek heye, xeta Pêşmerge heye, ew dê li cihê ku berê li wir bûn bimînin. Li ser rêveberiya deverên ser bi Neynewayê ku di 2003an de piştî hatina Amerîkayê bi tevgerên Pêşmerge guhertin pêk hat, pêwîst e rêkeftinek were kirin.
Ev mijar divê bi hevkarî û diyalogê were çareserkirin. Beşek ji vê hevkariyê jî ew e ku li Şingalê hêzeke hevbaş a ewlehiyê ku ji Artêşa Iraqê û Pêşmerge pêk tê, were damezrandin. Ev dibe ku li deverên din jî were pêkanîn.”
Li ser rizgarkirina rojhilat û başûrê Mûsilê jî Heyder Ebadî diyar kir:
“Gelek serkeftî bû, hevkariya di navbera her du aliyan de jî gelek serkeftî bû. Bawerî jî pir bihêz bû. Birastî berê, di navbera aliyan de pirsgirêka baweriyê hebû yan jî qet bawerî tune bû. Hemd ji Xwedê re me ev bawerî bihêz kir û ev jî geşedanek e.”
Di dema operasyonên rizgarkirina Mûsilê de gelek sivîl jî jiyana xwe ji dest dabûn, herwiha li ser vê mijarê jî Ebadî destnîşan kir:
“Em vê mijarê bi awayekî cidî lêdikolin. Ez ji bo ku ev bibe reklam nabêjim. Di derbarê agahiyên ku li ser vê mijarê tên de, em lêpirsînê didin destpêkirin û lêkolîn dikin. Em nahêlin binpêkirinên bi vî rengî pêk bên.”
Rudaw
