• Saturday, 21 February 2026
logo

Îranê gef li hêzên Rojhilatî xwar: Emê bo serkutkirina wan 40 km derbasî nav Iraqê bibin!

Îranê gef li hêzên Rojhilatî xwar: Emê bo serkutkirina wan 40 km derbasî nav Iraqê bibin!
Endamekî komîsyona siyaseta derve ya parlamentoya Îranê gef li neyarên rêjîmê yên li Başûrê Kurdistan û Iraqê xwar û ragihand, Îran dê ji bo serkutkirina wan heta 40 bikevin nav kûrahiya Iraqê!

Parlamenterê îranî û cîgirê serokê komîsyona siyaseta derve ya parlamentoyê Ebolfezl Hesen Bêgî îdia kiriye ku roja hilbijartinên serokomariya Îranê (19 vê mehê) çend “komên terorîstî” dixwazin ji Kurdistana Iraqê û Efxanistan-Pakistanê derbasî nav Îranê bibin û aloziyê derxînin lê ji ber ku sînor girtî bûn, bi ser neketin.

Wî parlamenterê Îranê bêyî ku agahiyên zêde li ser wan koman bide got, Îran dikare û mafê wê jî heye ku ji bo serkutkirina dijmin û terorîstan 40 km derbasî nav kûrahiya xaka Iraqê bibe.

Qesta wî rayedarê Îranî ji neyarên rêjîmê yên li Kurdistana Iraqê, pêşmergeyên Rojhilatî ne ku li Başûr bicîh bûne.

Basnews
Top