Felah Mistefa:Zêdeyî 40 nûneratiyên me li derve weke balyozxaneyan kardikin hene
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragehand ku, em bi birpirsyaretî pêwendiyan dikin û bapendin bi hemû piransîb û yasayên navnetewî, pabendin bi rêkeftinên mafê mirovan û wê rastiya tehil jî qebûldikin ku, bê iradeya me weke pêkhate di navbera çar welatan de hatine dabeşkirin, ew yeke jî destê me têde nine lê hatiye pêkanîn.
Herwiha Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got ku, me zêdetie ji 40 nûneratiyên Herêma Kurdistanê li derve hene û ew wele balyozxane kardikin û bi erkê dewleteke serbixwe têne hesabkirin, li cem me form û şêweya diplomatik nîne ji ber ku, em herêmekin, lê dikarin bi erkê dewletekî rabin.
Felah Mistefa got jî ku, em kêfxweş û serfirazin ku, nûneratiya 36 welatan li paytexta Herêma Kuridstanê hene, gelo ew yeke nabe nîşana serkeftina siyaseta Derve ya Herêmê?
Derbarê karê diplomasî û pêwendiyên Derve Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got ku, raste em ji aliyê dîblomasî nû ne, lê ew yeke ne tawaneke, ji ber pêkhateyên me yên dîplomatên akademî nebûn, em beşek ji Iraqê bûn.Lewma emê hawilbidin ku, erkê xwe bi baştirîn şêwe cîbecîbikin.
Derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikumeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa da zanîn ku, me gelek hewldan li gel Iraqê hebûn lê ne serkeftîbûn, cudahiyeke mezin di navbera me û wan de derbarê babetan de heye.
Basnews
