Li Brîtanya di konserekê de teqîn pêkhat: 22 kuştî û 59 birîndar
Li gor berpirsê polîsê Manchester Lan Hopkins; Guman heye bûyer êrîşeke terorî ye û ji aliyê kesek xwekuj ve pêkhatiye.
Herwaha berpirsê polîsê Manchester Hopkins rojnamevanan re daxuyaniyek da û ragehand; ‘’Kesê êrîşkar li ser xwe bombe girêdabû û êrîşkar wekî ku xwe teqand bixwe jî li cîhê bûyerê mir.’’
Berpirsê Polîs, ew êrîş wek êrîşa herî metirsîdar a li herêma Manchesterê hatî jiyan kirin pênase kir.
Teqîn piştî konsera stranbêja pop a Amerîkî Ariana Grande pêkhat.
Basnews
