• Saturday, 21 February 2026
logo

Ji Efrînê heta Başûrê Kurdistanê rê vebû

Ji Efrînê heta Başûrê Kurdistanê rê vebû
Rêya navbera ji Efrînê ber bi Qamişlo û ji wir jî ber bi Başûrê Kurdistanê ve vebû.

Piştî ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê demeke dirêj di bin dorpêça hêzên çekdar ên dijbereya Sûriyê mabû, niha deriyên Efrînê ji nû ve hatin vekerin û êdî tevgera çûn û hatinê li pêş xelkê Efrînê û bazirganiyê jî vebûne.

Rêya Efrîn, Heleb, Minbic, Qamişlo hat vekirin û êdî Efrîn bi herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê û heta başûrê Kurdistanê hat girêdan.

Vekirina vê rêyê, li pêş bazirganiya Efrînê derfeteke zêrîn bi xwe re anî. Êdî xelkê Efrînê dikarin bi hêsanî berhemên xwe hinardeyî derve bikin.

Li herêma Efrînê, 18 milyon darên zeytûnê hene ku berhemên wan ên salane digihêje derdora 270.000 ton zeyt, ji bilî zeytûnên xwarinê.

Herwiha 750.000 darên hinaran hene ku berhemên wan ên salane digihêje 15.000 ton.

Li herêma Efrînê derdora 25 kargehên sabûnê hene ku berhemên wan ên salane nêzî 8000 ton sabûn e ku li Sûriyê pir bi nav û deng e.

Li bajarê Efrînê, hejmareke mezin werşe û kargehên dirûtina cil û bergan hene ku beşekê ji berhemên xwe ji bo derveyî welat hinarde dikin.

Di dema dorpêçê de bazirganên Efrînê neçar bûn ku kelûpelên xwe bi zehmetiyeke mezin di rêya Efrîn, Şam, Beyrûd, Tirkiyê re hinarde bikin Herêma Kurdistanê.

Bazirganekî ji Efrînê yê bi navê Rêzan Hebeş diyar kir: “Vekirina rêya di navbera Efrînê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de bêguman wê bandoreke berbiçav li rewşa aborî ya herêmê bike û wê tevgera bazirganî germ bibe.”

Niha ew bi hêsanî dikarin di rêya Efrîn, Heleb, Minbic, Qamişlo û Sêmalkayê re hinardeyî bazarên Başûrê Kurdistanê bikin. Ji ber vê yekê bazirganên Efrînê dibêjin ku aborîya Efrînê dê sûdeke mezin ji vekirina vê rêyê werbigire.

Rudaw
Top