• Saturday, 21 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û John McCain civiyan

Mesrûr Barzanî û John McCain civiyan
Mesrûr Barzanî û McCain behsa şerê dijî DIŞIê û hevkarî kirina pêşmerge kirin.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku Serokatiya şanda Kurdistanî dike yaku niha li Amerîkayêye, îro li Washingtonê li gel Senatorê Komariyan John McCain civiya.
Mesrûr Barzanî û John McCain behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî ya bo hêzên pêşmerge kirin.
Her di civîna han de behsa çend mijarên din yên weke pêşeroja têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê, Îraqa piştî DIŞIê û rewşa deverê bi giştî hate kirin.
Top