Hereketa Azadiyê binçavkirina oldarên Kurd şermezar dike
Rêveberiya Hereketa Azadî, îro (21.05.2017) li ser binçavkirina Nûnerê Hereketa Mirov û Azadiyê yê Rihayê Mehmet Pala daxuyaniyeke şermezarkirinê da. Di daxuyaniya ku hat dayîn de bal hat kişandin ku Mehmet Pala ji ber parvekirinên xwe yên li ser tora medyaya civakî 4 roj in ku di bin çav de ye û sedema binçavkirina wî jî bi pesindayîna rêxistina çekdarî ve hatiye girêdan.
Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn; li ser siyaseta sivîl û bi taybetî li ser oldarên Kurd zext zêde bûne û mafê rêwa yê ramanê jî êdî dibe sedema sûc û bi vê yekê pêşî li siyaseta sivîl tê girtin.
