• Saturday, 21 February 2026
logo

Zêdetirî 1000 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane

Zêdetirî 1000 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane
Fermandarên Pêşmerge li Şingalê dibêjin, heta niha zêdetirî 1000 çekdarên êzîdî ji PKKê veqetiyane û tevlî Pêşmerge bûne.

Fetmandarê Pêşmerge li Şingalê Hasim Sîteyî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand: “Hejmareke pir mezin ji Kurdên Êzîdî dest ji PKKê berdane û tevlî Hêzên Pêşmerge bûne, nexasim jî piştî ku siyaset û nêta PKKê ji wan re eşkere bû.”

Wî feramdarê Pêşmerge wiha got: “Ew çekdarên ku ji PKKê cuda dibin, tên nava Hêzên Pêşmerge û perwerdeya leşkerî dibînin û bi fermî dibin Pêşmerge.”

Sîteyî anî ziman ku beşek pir mezin ji Êzdiyan ji PKKê dûr ketine û piraniya wan hatine û bûne Pêşmerge û cudabûna wan çekdaran berdewam e.

Fermandarê Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo jî ragihand, hatina çekdarên PKKê bo nava Hêzên Pêşmerge berdewam e û heta niha hejmara wan kesan 1000 derbas kiriye.


Basnews
Top