• Saturday, 21 February 2026
logo

Erebistana Siûdî…Trump di Konferansa Amerîka-Îslam de gotarekê dê pêşkeş bike

Erebistana Siûdî…Trump di Konferansa Amerîka-Îslam de gotarekê dê pêşkeş bike
Serokê Amerîka Donald Trump di roja duyem a serdana xwe ya li Erebistana Siûdî de îro li konferansa bi navê Amerîka-Îslam a li Riyadê ku taybet li ser dijatiya tundiya îslamî ye, dê gotarekê pêşkeş bike.

Li gor çapemeniya Erebistana Siûdî, di vê konferansê de zêdetirî 40 welatên misliman dê beşdar bibin û mijara sereke ya vê konferansê jî çawaniyên dijatiya grubên tund ên îslamî ye.

Di yekem hevdîtina xwe ya li gel berpirsên siyasî û leşkerî yên Siûdî de gelek rêkeftin di mijarên cuda yên di navbera Siûdî û Amerîkayê de hatin îmza kirin û ku tê gotin bi giştî rêkeftinên bên kirin di nirxê 100 milyar dolar derbas bike.

Basnews
Top