Şandeke bilind a PDKê beşdarî serxweşiya Newşêrwan Mistefa dibe
Îro piştî nîvro, şandeke bilind a PDKê ku ji Nûnerê Serok Barzanî, Sîdad Barzanî û endamên Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys, Hişyar Zêbarî û Ezedîn Berwarî û Serokê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Silêmaniyê Edhem Barzanî pêk hatibû, beşdarî merasîma serxweşiya Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa bûn.
Duh Berdevkê Fermî yê Tevgera Goranê nûçeya koça dawî ya Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa ragihand.
Îro jî di rêwresmekê de û bi amadebûna nûnerên aliyên siyasî yê, termê Newşêrwan Mistefa bi xakê hate spartin.
K24
