Mesrûr Barzanî û McGurk behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir
Di civînê de Mesrûr Barzanî û McGurk behsa şerê li dijî terorîstên DIŞIê û têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê kir.
Weke tê zanîn beriya çend rojan şandeke Kurdistanî bi Serokatiya Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Amerîkayê kiribû û di yekem çalakiya xwe de, şanda Kurdistanî li gel hijmareke berpirs û rayedarên Amerîkayê de civiya û pişt re jî Serokê şanda Kurdistanî Mesrûr Barzanî li panelekî de ku ji aliyê navendeke steratejîk ve hatibû organîzekirin, semînarek pêşkêş kir û behsa rewşa Rojhilata Navîn, şerê dijî DIŞIê, rewşa Îraqê, Kurdistan û herwiha hewldanên Kurdistanê bo pêkanîna refrandûma serbixweyiya Kurdistanê kiribû.
