HDP kongreya xwe ya awarte lidar dixe
Piştî ku mafê endambûna HDPê û mafê parlementeriyê ji dest hevseroka berê ya HDPê Fîgen Yûksekdagê hate standin, HDP bi neçarî kongreya xwe lidar dixe û endameke din ya jin bo postê hevserokatiyê hildibijre.
Kongireya HDPê li Paytexta Tirkiyê Enqerê li Navneda Bazirganiyê ya Cîhanê bi rê ve diçe. Tenê endamên delege û rêveberên partiyê beşdarê kongireyê dibin. Lê welatî beşdar nabin.
Tê pêşbînîkirin ku Serpîl Kemalbay ji bo Hevserokatiya HDPê bibe namzet.
Berî niha mafê parlementerî û endambûna HDPê ji destê Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdagê hatibû standin.
Hevserokên HDPê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag ji 4ê Çiriya Paşînê ve zindanî ne.
K24
