Trump li Erebistana Siûdiyê ye
Serokê Amrîkayê Donald Trump, ji bo seferên xwe yên pêşî li derveyî welat bo Erebistana Siûdî, Îsraîl, Îtalya, Vatîkan û Belçîkayê bike ji Washingtonê derket.
Trump îro seat 10.00 gihîşt Erebistana Siûdiyê û dê li vir digel Qral Selman bîn Ebdulezîz bicive. Trumpa Piştre dê here Îsraîlê û digel Binyamîn Netanyahû û Serokê Filîstînê Mehmûd Ebbas kom bibe. Piştî tûra Rojhilata Navîn dê here Îtalya, Vatîkan û Belçîkayê.
Trump berî seferên xwe li ser hesabê Twitterê peyamek weşand û got ew ji bo parastina berjewendiyên xelkê Amrîkayê van seredanan dike.
Di seredanê de wê jina wî Melanie Trump, keça wî Ivanka Trump û zavayê wî Jared Kushner jî beşdar in.
Rudaw
