• Saturday, 21 February 2026
logo

Serokwezîr Barzanî sersaxî da Gorranê û malbata Newşîrwan Mistefa

Serokwezîr Barzanî sersaxî da Gorranê û malbata Newşîrwan Mistefa
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta wefata kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa peyameka sersaxiyê ji malbata wî û Gorranê re şand.

Îro danê sibê kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa li Silêmaniyê wefat kir. Bi vê helkeftê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî peyamek ji malbata wî û Gorranê re şand û sersaxî ji wan re xwast.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe anî ziman û got, “Ez hêvîdar im Gorran û alîgirên rehmetiyê Newşîrwan Mistefa li ser xizmeta Kurdistanê û armancên hevbeş yên gelê me berdewam bin”.

Basnews
Top