BILEZ - Newşîrwan Mistefa koça dawî kir
Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve Serokê Goranê bû.
Newşîrwan Miseta yek ji damezrênerê sereke yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû, ku heta sala 2006ê endamê polîtboruya YNKê bû.
Piştre Newşîrwan Mistefa ji nav refên YNKl veqetiya û di sala 2009ê de lîsta Goranê ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê çê kir, ku wê lîsteyê di hilbijartinan de serkevtinek mezin tomar kir û 24 kursiyên parlamentoyê bi dest xist.
Newşîrwan Mistefa sala 1944 li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.
Sala 1967ê li Fakuleta Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.
Di destpêka salên 1970î de çûye Nemsayê û masternameya xwe di Yasaya Navdeweltî li wî welatî bi dest xistiye.
Agahiyên zêdetir tên…
