• Saturday, 21 February 2026
logo

McCain: Divê balyozê Tirkiyê ji Amerîkayê were derxistin

McCain: Divê balyozê Tirkiyê ji Amerîkayê were derxistin
Senatorê amerîkî yê Komarîxwaz, John McCain ragihand, ku pêwîst e Balyozê Tirkiyê ji Amerîkayê were derxistin.

Di serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bo Amerîkayê de, komek çalavanên Kurd û Ermenî li pêşiya avahiya Balyozxaneya Tirkiyê li Waşingtonê xwepêşandan li dijî Erdogan û siyasetên Tirkiyê li hember Kurdan li dar xistibûn, lê pasevanên taybet ên Erdogan êrişî çalakvanan kiribûn û hejmarek ji wan birîndar kiribûn.

Li ser êrişa pasevanên Erdogan bo ser çalakvanên Kurd û Ermenî li Waşingtonê, senatorê amerîkî yê ji partiya Komarîxwaz John McCain bertekek tund nîşan da.

McCain di daxuyaniyekê de ji bo televizyona MSNBC daxwaza wergirtina helwestek tund ji rêveberiya Amerîkayê li hember Tirkiyê kir û ragihand, ku divê Balyozê Tirkiyê ji xaka Amerîkayê were dûrxistin.

McCain got: “Divê em balyozê wan ji Amerîkayê derxin. Ez bama, min dê Balyozê Tirkiyê derxistiba. Tiştên wisa yên dîplomatîk nabe ku bê bersiv werin hiştin.”

John McCain bi tundî rexne li êrişa pasevanên Serokomarê Tirkiyê bo ser çalakvanan li Wasşingotê girt û bi gotina “evder Amerîka ye”, tekez kir, ku ew serederî ji Tirkiyê nayê qebûlkirine.

Rudaw
Top