Serok Barzanî serdana pêşmergeyên birîndar kir
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Urdinê de, îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, piştî ku ji aliyê Şahê Urdinê ve hate pêşwazîkirin, raste rast serdana ew nexweşxaneyê kir ku tê de pêşmergeyên birîndar tên dermankirin.
Ew pêşmergeyên ku di encama bordiman kirina Şingalê ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve birîndar bibûn, li nexweşxaneyeke paytexta Urdinê tên dermankirin û Duh jî Serokê Kurdistanê, serdana wan birîndaran kir û ji nêz ve ji rewşa tendirostiya wan pirsî.
